Yaşam

Sê cî

Merheba ji wer canik û camêrno. Serê sibê bo ku ez herim kar min amedikariya xwe kir. Gava dikevim rê, tiştê ez jê hez dikim vexwarina çayê ye. Weke her tim berî ku ez ji mal derkevim min çaya xwe dagirt û min berê xwe da erebeya xwe. Gava min mifte li erebê xist çizînî ji erebê hat û hew. Çawa çizînî jê hat, çizînî ji dilê min jî hat. Min go aha îja me ediland. Min çend carên din jî mifte lê xist lê bê fêde bû. Te’dî edet e, gava erebe naxebite merû dahfê lê didê.

Min li derdora xwe nêrî ji kûçik û pisikê pêve kes tunebû. Min go de wer îja safî bike. Ji dervî xerabûna erebê ez ketim tatola derengmayîna kar jî. Ez li dora erebê çûm û hatim lê min tu tişt jê fam nekir. Min destê xwe xist newqa xwe û ez fikirîm. Pismamê min hate bîra min. Rabûm ez lê geriyam û min go ka di gaziya min de were. Camêr hat û yek jî bi xwe re anî. Me fam kir ku bataryeya erebê vala bûye. Me rabû dahf dayê. Batarya ew qas vala bibû ku me çiqas dahf dayê ne go ay serê min jî. Ji dahfdanê em man bi helk û helk û hew. Li ser çareyê em ketin nîqaşê. Çare ew bû ku divê me ji erebeyeke dinê me batarya xwe şarj bikira. Me ji camêrekî qabloyên şarjê peyda kir û me du erebe da ber hev du, me dest bi şarjkirinê kir. Min wêneyê erebêyê girt û şand ji midûrê dibistanê re. Min go rewş ev e.

Belê, piştî qederekî ereba min xebitî. Gava min da rê ez û çaya xwe yî sarbûyî man. Min go, heyra vê sibehê tu jî li min bû jahr. Piştî ez ji kar derketim min berê xwe da senayê. Ne tenê bo bataryayê hin kêmaniyê erebê dinê jî hebû. Lê min ji xemsarî wer taloq dikir. Wexta ez çûm cem hoste, min jê re go çi kêmaniya erebê hebe em çê bikin. Lo baboo, heşt hezar mesref ji min ra derxist. Min ji hoste re go ma çawa çêbû! Go, him kêmaniyê wê pir e û him jî perçe buha bûne. Û go, tu şukur bike ku erebeya te salê wê pirin. Ku ji vanê modelê nû bana wê mesrefa te qat du qat bûya. Min ji hoste re go, heyra xwedê kesî nexe nava lepê we. Dilê we bi kesî naşewite wele. Lê tişkî ku min bikira tune bû. Min erebe li ba hoste hişt û berê xwe da malê.

Di rê de ez fikirîm û min go, yaw ez ji xwe re nebûm tamîrcî jî. Me bi dawa mamostetiyê girt û me malik li xwe xira kir. Û ew videoya xortê ku li senayeyê dixebitî û di medya civakî belav bibû hate bîra min. Di videoya xwe da digo, min ji mamosteyê xwe re digo du puana zêde bi min din, digotin na. De qey hûn ê erebeyê xwe bînin tamîrê. Ez ê bikim ku hûn meaşê xwe yî mehekê daynin û herin!

Bele, roja din hoste li min geriya û go erebeya te karê wê qediyayî. Min çû perê hoste jimart dest û li erebeyê siwar bûm û min da rê. Lê deng ji berê bêtir ji erebê dihat. Piştî rokê dîsa ez çûm cem hoste. Min go, heyra ma ka te çawa çê kiriye. Hela tu li req reqa jê tê binêre. Li dorê çû hat û go, ev deng ji balatayê frênê tê. Sist bûne. Me dest wir nedabû. Ez ê qeynaxekê lêxim wê çê bibe. Piştî qeynax kir dîsa min da rê. Îja vizînî û zîqînî jê dihat. Ez serê we neêşînim, bû sibe dîsa ez çûm cem hoste. Min go, kuro îja ev vizinî û zîqînî çi ye hahoo. Dîsa li dorê çû û hat û go, te’dî belateyên wê sist bibû û req req jê dihat û me jî qeynax lê xistibû. Min go, êê…. Go, îja ji ber ku me şidand niha balatayê frênê piçkî digihê dîska û li ser diçerixe.

Min dîsa go, êê… Go, gere em beleta û dîsk û filan bêvan teva biguherînin. Û ew jî nêzî sê hezeran mesrafê wê heye. Îja berî bi du mehan wî bi xwe belate û dîsk çê kiribû û min du hezar pere dabûyê. Min go, ne te berî bi du mehan çêkir kuro. Ti cîhekî çê dike tu du cîha xira dike. Ma ev tu çawa hoste yî lo? Min dî go, ma tu wiha jî heta şeş meha dikarî pê bimeşî. Wê te di rê da nehêle. Min go, kura ma ew belateyên te çêkiribûn min karîbû herî kêm du salan pê bimeşiyam. Û yan din, bi vê vizinî û bi ziqîniyê ez ê çawa bimeşim. Go, wele çare ev e. Min go, heyra ne tu bi û ne hostatiya te bi. Bi bêhntengî ez ji cem derketim. Bi pirs ez çûm cem hosteyekî dinê. Min go, hal û mesele ev e. Go, ji te ra gotibû min qeynax lê xistiye ne wer. Min go, belê heyra. Go, ti qeynax lê nexistiye. Belateyan hew çakût kiriye. Binêr va şûna derbê çakût e. Û go, yan divê tu tevan biguherînî an jî heta demekê tê wiha pê bimeşî. Gava êdî hew bû tê biguherînî.

Belê, min dev ji çêkirinê berda û min go, ma hema her roj ez ê di riya senayê de bim. Hema li ku sekinî. Belesebeb negotine, sê cî hene ku Xwedê tu kesî nexe nav lepên wan. Yek jê nexweşxane. Dudo, qereqol û sêsê senayî. Ku tu kete nava lepên wan wê yek bide destê yekî. Helbet hosteyên baş û qenc hene û giş ne wiha ne. Lê her kes vê gazinê dike.

Welhasil, niha ez û erebeya xwe bi vizinî û bi ziqêzîq derin û tên.

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu